Fransaya ku dîroka wê bi zilm, wehşet û hovîtîyan tije ye û hêj êrîşan dibe li ser Mislimanan van êrîşên xwe yên xeyrî însanî didomîne. Fransaya dagirker û xwedîyê dîrokeke hov e bi biryara ku da qufle li derîyê 9 camîyên din jî da.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Gerald Darmanin di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di bergeha talîmatên Serokomar Emmanuel Macron û Serokwezîr Jean Castex de li Fransayê di warê micadeleya ku di bin navê “cudakarîya Îslamî” de tên kirin de gavên qerardar tên avêtin ku di vê bergehê ji 18 camîyên ku dihatin taqîbkirin 9 camî hatin girtin.(ÎLKHA)