Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 92 milyon û 22 hezar û 539 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 970 hezar û 394 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Hindistan, , Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 23 milyon û 369 hezar û 732 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)