Ji ber şewata ku derket 10 pitik canê xwe ji dest dan.

Şewat li nexweşxaneyeke bajara Bhandarayê derket. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber ceyranê di beşa zarokên ku nû ji dayik bûne de şewat derket. Di encama şewata ku derket de 10 pitik canê xwe ji dest dan.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)