Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Hindistanê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 234 kes ji ber Coronavîrê mirin û 18  hezar û 139 kes jî bi Coronavîrusê ketin.

Li gorî daneyên Wezaretê hejmara pêketîyan derket 10 milyon û 400 hezarî û yên mirî jî derket li ser 150 hezar  kesî.(ÎLKHA)