Derbarê mijarê de ji teref Sazîya Rêyên Hesinî ya Tanzanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; şeva şemîyê trêna rêwîyan ji xeta trênê derket. Di encama qezaya ku pêk hat de ji 720 rêwîyên ku di trênê de bûn 3 kes mirin û 66 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyanîyê sedema qezayê tê lêkolînkirin.(ÎLKHA)