Bûyer li Taxa Cumhurîyetê ya Êlihê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Bereket û Xatîce Ataya ku jin û mêrê hev bûn êvarî berî ku razin sobeya êzingan pêxistin û dû re razan.

Nasên Bereket û Xatîce Atay ji ber ku xeber ji nasên xwe nestandin xeber dan polêsan. Polêsên ku çûn cihê bûyerê li rasta cesedan hatin.

Hat hînbûn jin û mêr ji ber dûwê sobê canê xwe ji dest dane.(ÎLKHA)