Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Îtalyayê ve hat ragihandin, di 24 seatên dawî de zêdetirî 16 hezar kesan bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket li ser 2 milyon û 600 hezarî.

Ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê ve jî derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de zêdetirî 26 hezar kesan bi Coronayê ketin.(ÎLKHA)