Doh di encama civîna ku hat lidarxistin de Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk destnîşan kir, destheqê kêmtirîn ji bo sala 2021ê herî kêm wek 2 hezar û 825 TL û herî zêde jî wek 3 hezar û 577 TL hat diyarkirin.

Zekerîyya Yapiciogluyê Cigîrê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê destheqê kêmtirîn a ku doh hat diyarkirin de daxuyanîyek belav kir û balan kişand li ser kêmbûna destheqê kêmtirîn û nirxandinên balkêş kir.

“Mixabin ji ser pêşnîyaza TUÎKê bi xwe jî destheq nehat diyarkirin”

Yapicioglu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Berî vê   çend rojan TUÎKê derheqê destheqê kêmtirîn de destnîşan kiribû  divê destheqê kêmtirîn bibe herê kêm bibe 2 hezar û 792 TL. Mixabin ji ser pêşnîyaza TUÎKê bi xwe jî destheq nehat diyarkirin. Destheqê kêmtirîn ne li gorî dilê karkeran e. Divê hikûmet di vî warî de ji bo malbatên ku rewşa wan a aborî nebaş e verastkirina bacê bike.”(ÎLKHA)