Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 31 ABR 732 a ku xebatkarên tenduristîyê vediguhast ji ber teqîna lastîkê qulibî. Di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Walîyê Hatayê bi daxuyanîya ku belav kir qezaya ku pêk hatiye teyîd kir.(ÎLKHA)