Bûyer li ser Rêbeja Riha-Semsûrê li nêzî gundê Remzî pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di navbera nasên ku di navbera wan de hisûmet hebû de pevçûn derket û di pevçûnê de çek hatin bikaranîn.
Di encama pevçûna çekdarî ya ku li Rihayê di navbera du malbatan de derket de 4 kes canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê.
Walîyê Rihayê çû cihê bûyerê û ji rayedaran agahî wergirtin.(ÎLKHA)