Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 79 milyon û 743 hezar û 33 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 749 hezar û 612 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 19 milyon û 111 hezar û 326 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)