Di 24 seatên dawî de zêdetirî 27 hezar kesî li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 2 milyon û 933 hezar û 757 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 549 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 52 hezar û 462 kesan.(ÎLKHA)