Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  77 milyon û 172 hezar  û 373  kes bi vîrusê ketin û milyonek û 699 hezar û 644 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 18 milyon û 267 hezar û 579 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)