Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  76 milyon û 623 hezar  û 336  kes bi vîrusê ketin û milyonek û 691 hezar û 852 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 18 milyon û 77 hezar û 768 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)