Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 75 milyon û 282 hezar û 798 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 668 hezar û 356 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 17 milyon û 626 hezar û 770 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)