Derbarê hevdîtina ku hat kirin de ji teref HUDA PARê daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin: “Serokê me yê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam li Kullîyeya Serokomartîyê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Serokê me yê Giştî derheqê mijarên di rojevê de fikr û ramanên xwe ji Birêz Serokomar re vegot. Hevdîtineke bi bereket û xweş bû.”

Derbarê hevdîtina ku hat kirin de li ser medyaya civakî ji teref hisaba medyaya civakî ya Serokomartîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin: “Serokomar @RTErdogan, Serokê Giştî yê HUDA PARê(Partîya Doza Azad) Îshak Saglam li Kullîyeya Serokomartîyê qebûl kir.”(ÎLKHA)