Ji ber peymana ku ji teref Fasê ve hat îmzekirin xwepêşan hatin lidarxistin û Fas hat protestokirin.

Filistînîyên ku beşdarî xwepêşanan bûn destnîşan kirin, peymana ku bi siyonistan re hatiye îmzekirin ji doza Filistînê re îxanet e.

Mahmud es-Zeharê rayedarê HAMASê di xwepêşanan de destnîşan kir: “Asayîkirina pêwendîyan a ji teref Fasê ve wek kêreke ku li pişta doza Filistînê hatiye xistin e û ev yek ji dozê re îxanet e. Her wisa ev yek heqaret e ji bo mafên gel.”(ÎLKHA)