​​​Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 29 hezar û 136 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 222 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.

Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 16 hezar û 199 kesan.

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 29 hezar û 136 kes e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe.”(ÎLKHA)