Ev bû çend roj ku li bajara Silêmanîya Herêma Kurdistanê xwepêşan tên lidarxistin û di van xwepêşanan de avahîyên gelek partîyan nexasim yên PDKê hatin şewitandin û bi çekan êrîş li Pêşmergeyan hat kirin.

Derheqê xwepêşan û êrîşên ku tên kirin de ji teref Azad Hesenê Serdozgerê Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Hesen di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Ew ê derheqê wan kesên ku tevlî xwepêşdêran bûn û êrîş birin li ser avahîyên dewletê, zirar dan malên raya giştî û li canê xelkê qest kirin de doz bê vekirin.(ÎLKHA)