Di hevdîtina ku hat kirin de pêwedîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatin nirxandin û hat destnîşankirin; ew hêvîdar in her du alî bigihin rêkeftinê û kêşeyên xwe çareser bikin.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Herêma Kurdistanê ve hat belavkirin, di hevdîtina ku hat kirin de pêşketinên siyasî û emnî yên Iraqê, encamên pejika Kovid-19, rewşa aborî û darayî li Iraq û Herêma Kurdistanê, êrîşên Da’îş, kêşeyên Hewlêr – Bexda, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîka û welatên cîran, rewşa koçberan û xwepêşandanên li çend bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê hatin guftûgo kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; her du alî tekez li ser pêwîstiya berdewamiya hewlên çaksazî û cûr bi cûrkirina çavkaniyên dahatê li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.(ÎLKHA)