Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 69 milyon û 240 hezar û 196 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 575 hezar û 813 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 15 milyon û 820 hezar û 196 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)