Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Silêmanîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin: ji ber xwepêşan, alozî û êrîşên ku tên lidarxistin li Silêmanî û navçeyên wê, li Germîyan û navçeyên wê û li Helepçe û navçeyên wê ji bo çûyîn û hatinê qedexe hat îlankirin.
Li gorî daxuyanîyê qedexe ji duwazdehê doh dest pê kir û dê heta duwazdehê îşev berdewam bike.
Tê diyarkirin li Silêmanîyê teredarên PKKê û hinek komên ku girêdayê dewletên derdorê ne êrîşan dibin li ser avahîya PDK û daîreyên hikûmetê.(ÎLKHA)