Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  67 milyon û 938 hezar  û 995  kes bi vîrusê ketin û milyonek û 550 hezar û 263 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 15 milyon û 369 hezar û 46 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)