Qeza vê şeveqê li ser 15emîn kîlometreya Rêbeja Bidlîs-Tatwanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 2 TIR, 4 kamyonet û otomobîlek li hev qelibîn.

Şofêrê TIRê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)