Hat ragihandin 44 koçberên ku di Behra Egeyê de mahsûr mabûn hatin rizgarkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; 44 koçberên ku ji teref Yunanistanê ve hatibûn vegerandin û li nêzî navçeya Çeşme û Dîkîlîya Îzmîrê di behrê de mahsûr mabûn hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)