Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 64 milyon û 845 hezar û 925 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 499 hezar û 357 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 14 milyon û 314 hezar û 265 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)