Di hevdîtina ku li Selaheddîn hat kirin de Balyozê Rûsya li Iraqê silavên Sergey Lavrov Wezîrê Derve û Mikhail Bogdanov Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya bi Barzanî gihand.
Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê guftûgo kirin û her wiha balkişandin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê.
Li beşeke dinê civînê de tekez li ser berfirehtir kirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê kirin.(ÎLKHA)