Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  64 milyon û 194 hezar  û 692  kes bi vîrusê ketin û milyonek û 486 hezar û 829 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 14 milyon û 108 hezar û 490 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)