“Divê pênasa welatîybûnê ya di makeqanûnê de bê guhartin û dev ji polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê bê berdan”

Elîbuyuk di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, çareserîya meseleya Kurd gelekî hêsan e û dû re wiha got: “Ez van gotinan wek Tirkekî dibêjim. Dixwaze bila bê qebûlkirin û dixwaze bila neyê qebûlkirin li vî welatî meseleya Kurd heye. Çareserîya vê yekê gelekî hêsan e. Divê pênasa welatîybûnê ya di makeqanûnê de bê guhartin û dev ji polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê bê berdan.”(ÎLKHA)