Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 174 hezar û 443 testên ku hatin kirin de bi 30 hezar û 103 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 182 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 13 hezar û 373 kesan.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 30 hezar û 103 kes e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe û derket 4 hezar û 903 kesan.”(ÎLKHA)