Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 6 lêgerînên ku li gundikê Yukari Başparmaka gundê Çepkenlîya navçeya Payîzavaya Wanê hatin kirin de 54 kîlo esrar û 70 kîlo bizrê kenewîrê û her wisa çek û cebilxane hat bidestxistin.

2 kesên ku eleqeya wan bi mijarê de hebûn hatin binçavkirin û derheqê wan de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)