Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 47 hezar û 95 kesan û bi pêketina 14 hezar û 51 kesê din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 922 hezar kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 406 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 47 hezar û 95 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser 922 kesan.”(ÎLKHA)