Di 24 seatên dawî de zêdetirî 25 hezar kesî li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 2 milyon û 187 hezar û 990 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 492 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 38 hezar û 62 kesan.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)