Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Bamyanê li cihê bazarê li ser hevdû du teqîn pêk hat. Derbarê bûyerê de ji teref Berdevkê Wezareta Karên Hundir  Tariq Aryan ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Aryan di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, di encama êrîşên ku hatin lidarxistin de 14 kes canê xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn.

Hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)