Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 60 milyon û 108 hezar û 193 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 414 hezar û 925 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 12 milyon û 956 hezar û 783 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)