Di 24 seatên dawî de  zêdetirî 25 hezar kesî li Rûsyayê bi vîrusê ketin  û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket  2 milyon û 114 hezar û 502 kesan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê   361  kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket  36 hezar û 540 kesan.

Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê  tê.(ÎLKHA)