Fesîh Guler Xoce berî vê 3 mehan ji ber şoba Coronavîrusê çû rehma Xwedê. Piştî ku ew bi vê şobê ket re dê û bavê rehmetî, Pîroz Guler û Hacî Huseyîn Guler û kekê wî Nesîh Guler jî bi Coronavîrusê ketin.
Pîroz Gulera ku bi Coronavîrusê ketibû heftîya borî baş bû û ji nexweşxanê hat derxistin. Lê belê Hacî Huseyîn Gulerê bavê merhûm Fesîh Guler Xoce li nexweşxaneya ku dihat tedawîkirin çû rehma Xwedê.
Rehmetî dê li navçeya Çinara Diyarbekir bê defin kirin û ew ê tazîye neyê dayîn.(ÎLKHA)