Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Serfermandarîya Hêzên Çekdar ên Iraqê Tuxgeneral Yahya Resul ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama pevçûnên li herêma Zegetun û Deşta Hanazîr pêk hatin de 16 endamên DAIŞê hatin kuştin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de gelek belgeyên rêxistinî û çek hatin bidestxistin.(ÎLKHA)