Derbarê hevdîtina ku li ser telefonê hat kirin de ji teref Serokatîya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ji ber wefata Walîyê Hewlêrê Firset Sofî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvanî Barzanî gerîya û sersaxî dayê.
Firset Sofîyê Walîyê Hewlêrê yê ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest da doh ji teref bi hezaran kesî ve li Hewlêrê hat spartin axê.(ÎLKHA)