Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  57 milyon û 236 hezar  û 335  kes bi vîrusê ketin û milyonek û 365 hezar û 634 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 12 milyon û 70 hezar û 712 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)