Di 24 seatên dawî de  zêdetirî 23 hezar kesî li Rûsyayê bi vîrusê ketin  û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket  2 milyon û 15 hezar û 608 kesan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê   463  kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket  34 hezar û 850 kesî.

Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê  tê.(ÎLKHA)