Barzanî di peyama xwe ya ku weşand de xwemgînîyên xwe anî zimên û destnîşan kir; Nûçeya koça dawî ya Dr Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê ez gelek xemgîn û dilteng kirim” û dû re wisa li peyama xwe zêde kir: “ Xwedê jêrazî Dr. Ferset Sofî mînakeke jêhatiyî û dilsozî û destpakî û kadîrekî niştimanperwer û çalak bû ku di demeke kêm da karî xwe biselmênê û cihê xwe li nava dilê cemawer da veke. Ji destdana ciwaneke dilsozê wekî Dr. Ferset xesaretekî mezine, min kurekî xwe ji dest da. Serxweşiyê li xwe û malbat û kesukarên xwedê jêrazî Dr Ferset û hemû hevkarên wî yên li Hikûmet û parêzgeh û tevahiya xelkê bajarê Hewlêrê dikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim cihê wî behişt bê û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda.”(ÎLKHA)