Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîya Bajêr a Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di lêgerîna ku li navçeya Qerqelîya Wanê di wesayîtekê de  hat kirin de 11 kîlo û 200 gram metamfetamîn, 720 gram benîşta Afyonê û di lêgerîna ku li Îpekyoluyê jî di wesayîtekê de hat kirin de 5 kîlo eroîn hat bidestxistin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin 4 kesên bi navê M.K., Ö.K., Ş.G. yên ku têkilîya wan bi bûyerê hebû hatin binçavkirin.(ÎLKHA)