Di 24 seatên dawî de  zêdetirî 20 hezar kesî li Rûsyayê bi vîrusê ketin  û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket  milyonek û 991 hezar û 999 kesan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê   456  kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket  34 hezar û 387 kesan.

Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê  tê.(ÎLKHA)