​Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 156 hezar 629 testên ku hatin kirin de bi 3 hezar û 819 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 103 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.

Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 11 hezar û 704 kesan.

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 3 hezar û 819  kes e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe.”(ÎLKHA)