Di 24 seatên dawî de  zêdetirî 22 hezar kesan li Rûsyayê bi vîrusê ketin  û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket  milyonek û 925 hezar û 825 kesan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê   352  kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket  33 hezar û 186 kesan.

Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê  tê.(ÎLKHA)