Abdullah di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ev hêvî pêk nehat û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Dihat hêvîkirin ger girtîyên Talîban bên berdan û gotûbêj dest pê bikin ewê herb bi dawî bibe û qet nebe ew ê agirbesta însanî bê qebûlkirin.”

Abdullah di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, hikûmeta Efxanistanê dê  tu carî derîyan ji bo aştîyê negire.

Komîsyona Mafên Însanî ya Serbixwe yê Efxan destnîşan kir, di şer û pevçûnên îsal de zêdetirî 7 hezar û 600 kesên sîwîl an mirin an jî birîndar bûn.(ÎLKHA)