Muraşko di daxuyanîya ku di bernemeyeke televîzyonê de da  derbarê mijarê de destnîşan kir nêzî 900 hezar kesên ku bi Coroanayê ketine di bin çavdêrîyê de ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber Coronavîrusê rewş nebaş e.”

Li gorî daneyên dawî li Rusyayê cara ewil hejmara pêketîyan derket li ser 22 hezaran.

Li gorî daneyên Navenda Pêşgirtin û Konrtola Enfeksîyona Coronavîrusê ya Rûsyayê di 24 seatên dawî de 22 hezar û 702 kesên di  jî bi Coronavîrusê ketin ku bi van reqemên dawî hejmarên pêketî derket milyonek û 903 hezar û 253 kesan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin bi mirina 391 kesê din jî  hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 32 hezar û 834 kesan.(ÎLKHA)