Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 40 hezar û 582 kesan û bi pêketina 11 hezar û 737 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 738 hezar û 322 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.
Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 461 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 40 hezar û 582 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 738 hezar û 322 kesan.”(ÎLKHA)