Wezîrê Parastinê yê Tirkîyê Hulusî Akar  berî niha di daxuyanîya ku belav kiribû de destnîşan kiribû, ji bo hevdîtinên teknîkî yên piştî agirbesta Qarabaxê lijneyeke Rûsan a ku ji 20 kesî pêk tê bê Tirkîyê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê lijne biçe serdana Wezareta Karên Derve yê Tirkîyê  û dê dû re li Wezareta Parastinê ya Tirkîyê beşdarî hevdîtinan bibe.(ÎLKHA)